Print this page

Efrînê di bin berfê de ma

5:26:56 PM

RojavaNews: Ev 3 roj in ku pêleke sermayê li navçeyê despê kiriye, ji ber vê jî li gelek bajar û bajarokên kurdistana Sûriyê jî berf barî û erd bi rengê spî hat xemlandin.

Li Bajarê Efrînê jî, ji ber barîna berfa zêde,ku bûye 2 roj dibare, rê di navbera bajêr û navçeyan de hatin qutkirin, li hin cihan berfê nêzîkî 40 kM erd girtiye û cihin din jî 10 SM girtiye.

Li Navçeya Raco ya Efrînê jî, ji ber berfa zêde rê hatin qutkirinû xelkê gundan neçar man nêzîkî 10 km  bimeşin da ku nanê rojane dabîn bikin.

Comerd Hemdoş