Rojava News: Ji ber rewşa dijwar a seqayê, di nav malbateke penaber de li Êlihê, zarokekî 4 mehî canê xwe ji dest da.
Ew malbata ji Kurdistana Sûriya ye, di konekî de li Êlihê jiyana xwe derbas dikin, ligel hatina werzê Zistanê, barîna berfê û daketina pileyên germayê, rojên dijwar derbas dikin.
Ji ber berf û sermayê jî, zaroka malbatê ya 4 mehî canê xwe ji dest da.
Bavê wê zarokê, Ayid Xidir Elî diyar dike ku ew ji ber mirina li welatê xwe reviyane û bûne penaber, lêbelê niha jî ji ber sermayê perçeyek ji canê xwe, xistine bin axê.
Elî destnîşan dike ku zarokên wî nexweş ketine û eger di vê Zistana dijwar de sotemenî bidest wan neke, dê zaroka wî ya 3 salî jî canê xwe ji dest bide.
Ayid Elî zaroka xwe ya 4 mehî di tirbeskê li nêzîk konê xwe de, spartiye axê.
09:03:04