Rojava News: Her kesê ku ji Kurdistana Sûriyê penaber bûye, dixwaze bizanibe rewşa Kurdistana Sûriyê û welatiyan çawe ye, û bi çi rengî bi rê ve diçe. Di dema min serdana Kurdistana Sûriyê kir, gelek tişt bi çavê xwe min dîtin, lê dixwazim li ser çend tiştan biaxivim.
Ala Sotoro li Dêrgehê Sêmalka
Dema mirov ji Herêma Kurdistanê di dergehê sêmalka yê sînorî re diçe Kurdistana Sûriyê, jibilî tevgera xelkê û çûnûhatinê, çavê mirov bi gelek tiştên din dikeve, yek ji wan tiştan ew e tevgera bazirganiyê ya çalak. Di dergehê sêmalka yê sînorî re rojan e bi sedan kemyonên barkirî bi madeyên xwarinê derbasî Kurdistana Sûriyê dibin, herweha ji Kurdistana Sûriyê jî derbasî Herêma Kurdistanê dibin. Ew made ji ard, birinc, şekir, herweha ji ajelan pêk tê. Rojane 10 hezar serî ji perzê nêr, herweha golkan ji Kurdistana Sûriyê derbasî Herêma Kurdistanê dibin. Lê Tişta herî balkêş di dergeha sêmalka de, tevî vê yekê xelkê Kurdistana Sûriyê zehmetiya kêmbûn û buhabûna van madeyan dikşînin. Li aliyê Kurdistana Sûriyê ti nîşaneke Kurdayetî tune ye, ji ber ku kesên têde kar dikin piraniya wan Ereb in, herweha tu alên Kurdî jî têde ne hatine bilindkirin, jibilî ala asayîşa PYDê, herweha ala Sotoro ya Xiristiyanî.
Rêjeya Ereban
Dema mirov ji dergehê Sêmalka yê sînorî der dikeve, û berê xwe dide bajarê, bi dehan rêbendên asayîşa ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ve hene, dema mirov ji dûr ve wan rêbendan dibîne, dibêje ku wê bi Kurdî bi te re biaxivin, lê bi zimanê Erebî diaxivin, di wî demê de rêbendên rêjma Esed tên bîra mirov berya ku desthilata xwe radestî PYDê û dezgehên ser bi wê ve bikin. Li deverên Kurdî rêjeya ciwanên Kurd kêm bûye ji ber yasaya leşkeriya bi zorê ya ku PYDê li Kurdistana Sûriyê feriz kirî, lewma PYDê Ereban tevlî refên xwe dike û ev yek li gor xelkê deverê tiştekî xerab e û metirsiyê li ser paşeroja deverên Kurdî çê dike. Li devera Koçeran ya bi ser bajarê Dêrikê ve 168 endamên asayişa ser bi PYDê ve hene, ku 86 ji wan endaman Ereb in.
Diyardeya zewaca zû
Rewşa welatiyan li Kurdistana Sûriyê zehmet e, û bi taybet ji aliyê abûrî û ewlehî ve, ji ber ku bilindbûna nirxê Dolar dihêle ku nirxê kelûpelên rojan e jî bilind bibe û bandora vê yekê nerênî ye. Ji aliyê civakî ve jî gelek kêşe hatine dirustkirin bi sedema rewşa abûrî û ewlehî, ku tevî ku rêveberiya bi ser PYDê ve zewaca zû li Kurdistana Sûriyê qedexe kiriye, lê ji ber kêmbûna rêjeya ciwanan, herweha ji bo ku keçên wan tevlî rêzên YPJê nebin ku baskê leşkerîyê PYDê ye, malbat neçar dibin ku keçên xwe bi temenê biçûk bi zewicînin.
Hêviyên welatiyan
Tevî rewşa zehmet û aloz, lê gelek ji welatiyên Kurdistana Sûriyê mal, milk, xak û warê xwe bi cih nehiştine, û her çavên wan li derbasbûna Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê ne, bi hêvî ne ku ew Pêşmerge rewşa wan baştir bikin di rêya peydakirina ewlekariyê.
Helebça Sadûn-Dêrik