5:34:35 PM
RojavaNews: Di derbarê revandina çalakvan û rojnemevanan ji aliyê PYDê ve li Kurdistana Sûriyê , wek revandina rojnemevan Cengîn Elîko li Bajarê Dirbêsiyê ku çekdarên PYDê bi tundî ew eşkence kirbûn , ew buyer li Kurdistana Sûriyê ketiye rojevê.
berdevkê raghandina şepêla Pêşeroj , Jiyan Omer, di daxuyaniyekêd ji RojavaNews re ew kiryar şermezar kir û got ku PYDê ji ber tirsa xwe rojnemevanan direvîne .
Herweha Omer di derbarê çaweniya danûstandinên çekdarên PYDê bi rojnemevanên Kurd re û alîgirên xwe û yên rêjîmê, got ku di dema ku rojnemevanên Kurd ji aliyê PYDê ve tên girtin , em dibînin ku alîgirên PYDê û rêjîmê bi rihetî li Kurdistana Sûriyê digerin û ji aliyê çekdarên PYDê ve tên parastin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Omer tekez kir ku revendina rojnemevanan bi biryarên rasterast tên kirin ji aliyê PYDê ve.
Afiya Hacî