Print this page

ENKSê dema rêveberiya xwe 6 mehê din dirêj kir

Rojava News: ENKSê doh bi mebesta hilbijartina serokekî nû ya asayî  civîna xwe xwe li bajarê Qamişlo lidarxist û dema rêveriyên xwe  6 mehêdin dirêjkir.

Dohî  li bajarê Qamişloyê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi beşdariya 60 endaman civîna xwe ya asayî lidar xist. Di civînê de partiyê ku di nav ENKSê de cîh digrin û endamên ENKSê jib o dirêjkirina rêveriyê jib o 6 mehêdin yekalîbûn.

Li gorî lihevkirina civînê  Ibrahîm Biro, Hejar Mihemed, Ehmed Sîno, Fesla Yûsif  û Xelîl Husam cih bigrin û 6 mehên din ji wan re bê dirêjkirin.

Di civînê de hat bi biryarkirin Tahir Sifûk cihê Hemîd Hac Derwêş bigre ku Partiya wî demek berî niha ji nav refên ENKSê derketibû.

Di civîna Qamişlo de herwiha biryar hat standin, ku hilbijartin ji nûnerên ciwanan, jinan û kesatiyên serbixwe re di Sekretariya Giştî ya ENKSê de bê encamdan.