6:21:44 PM
RojavaNews:Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku balafirên Rûsî devera Babê a ku di bin destên çekdarên DAIŞê de ye bombebaran kirin, û got di encama bombebarankirina Bajarokê Siflaniyê yê Babê, 6 jinan jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha rewangehê got ku balafirên rêjîmê jî devera Babê bombebaran dikin.
Li aliyekî dij jî ,li gundewarên Helebê, çekdarên Îslamî, herdu Bajarokên Nibol û Zehra, yên Şîa û alîgirên rêjîmê, topbaran kirin, ku çekdarên Rêjîm û milîsên Îranê ji navenda herdu bajarokan ve navendên girûpên Îslamî topbaran dikin, ew jî bûye sedem ku herdu bajarok ji aliyê girşpên Îslamî ve ji demeke dirêj ve werin dorpêçkirin.