Print this page

Li bajarê Bakurê Kurdistan ji ber barîna berfê jiyan rawestiya ye!

Rojava News: Li bajarên Bakûrê Kurdistan li Wanê ji ber ber barîna berfa zêde reyên 490 gundî û li Bedlîsê jî yê 155 gundî hate girtin.

Ji ber berf û bagerê rêya 490 gundên navend û navçeyên Wanê gîrtî ye. Ew rewş ji bo dabinkirina hin pêdiviyan gelek astengî deridxê pêş nişteciyê deverê.

Ji ber ku barîna berfê berdewame nikarin reyan paqij jî bikin lê dîsa şaredariya Wanê hewla xwe ji bo vekirina reyan didomîne.

Rayedaran destnîşan kirin ku hin reyên hatine vekirin jî ji ber berf û bagerê dîsa hatin girtin û ji bo vekirina rêyên girtî bi 178 wesayît û 400 xebatkarî va dixebitin.

Bedlîsê jî hat zanîn ku; ji ber berf û bagerê reya 155 gundên navend û navçeyan hat girtin.