Rojava News: Di encama êrîşa Hêzên Ewlekariya Îranê bo ser parkekê li bajarê Mehebad ê Rojhilatê Kurdistanê 10 karkir û koleberên Kurd girtin û ew jibo cihekî nediyar birin.
Li gorî zaniyarî û nûçeyên ku di toreyên civakî yê Rojhilatê Kurdistanê belav kirine, doh bi şev 11 Çile , Hêzên Ewlekariya Îranê êrîş birine ser komek karkir li parka “Baxî Mîkayîl” li bajarê Mehebadê kirine û li wir 10 karkir girtine û jibo cihekî nediyar birine.
Rojane beşekî mezin ji karkirên kurd jiber rewşa xirab û nebûna kar û hejarî, li cihên giştî kom dibin û li heviya derfet kar dimînin, heta niha jî ti daxuyanî derbarê girtina û revandina wan her 10 kesan nehatiye belav kirin.
Beşek ji karkirên Rojhilatê Kurdistanê ji neçarî mijûlî karê Kolbarî ne û bi riyên ne rewa xwe dighînin Başûrê Kurdistê, ev yek jî ji aliyê Îranê ve karekî qedexeye, lewma salane bi dehan kes bi guleyên leşkerên Îranê jiyana xwe ji dest didin.
11:13:48