Print this page

Çekdarên PYD çavdêriya internetê zêdetir dikin

1:58:14 PM

RojavaNews: jêdereke taybet ji RojavaNews re got Bajarê Efrînê yê kurdistana Sûriyê, çekdarên PYD daxwaz ji wan kesên ku internetê li ser xelkê belav dikin, dike ku her kesê bêtirî 2 GB bikar bîne, divê navê wî kesî bidin wan da ku lêpirsînê li ser bikin ku çima internetê zêde bikar tîne.

Herwiha henam jêderê da zanîn ku metirsiya çekdarên PYD ew e ku xelk wêne û vidiyo bişînin derve, ji ber vê hewl dide ku kesek internetê zêde bikar nîne.

Ji ber metirsiyên PYD ji belavbûna nûçeyên hindirî Efrînê, Çekdarên PYD ji bo çavdêriya li ser rûpelên facebookê, hin kes destnîşan kirine da ku her kesî tiştên li dijî siyaseta wan belav bike, bigirin.

Çavdêriya facebookê ji aliyê 2 berpirsên mezin têkirin; Berpirsekî Istîxbarata Sûriyê yê bi navê Eymen El-Humsî, û berpirsê Dezgeha PYD ya bi navê Ragihandina Azad, yê bi navê Heval Seyid, ku ew jî ji xelkê Kurdistana Tirkiyê ye.