Rojava News: Artêşa Tirkiyê şevêdin bi vesayitên zirxî û gelek alavên leşkeri di deriyê sînorê Cerablûsê re derbasî xaka Sûriyeyê bû û di nava xaka Sûriyeyê de ber bi Başûr ve kete nava tevgerê.
Li gorî malperek nêzîkî YPGê; Artêşa Tirk sînorê Sûriyeyê derbas kir û derbasî herêma Cerablûsê bû, hat diyarkirin ku gelek alavên mayîn geranê û teknîka sînyal birînê jî li deverê bi cîh kirine.
Li gorî iddiayên tene kirin cîhê artêşa Tirkiyê derbasî buye nêzîkî çeperên DAİŞê ye lê bele DAİŞê jî tû bertek nîşannedaye.
Tê gotin qasî 1000 leşkerê artêşa Tirkiyê ketine nava xaka Sûriyeyê.
22:07:52