Print this page

DYAyê binkeya frokeyan ya li Rimelanê berfireh kiriye!

Rojava News: Li gorî dîmenên peyka esmanî pîsta leşkeri ya firînê ku dibin kontrola  Amerikayê de ye ji  700 metiran derxistine 1315 metiran.

Beri niha nuçeyên ku Amerika hin baregahên leşkeri li Rojavayê Kurdistanê danîne belav bûbûn.

BBC jî xwe gihande dîmenên peykî yê Dezgeha Stratfor ku di warê hawalgirî de xebata dike  û tê de girteyên devera leşkeri ya li Rimelanê ya  ji bo firîna frokeyan hene.

Li gorî wan dîmenên peykî binkeya frokeyan li gorî berî ji 700 metran derxistine 1315 metiran û ji niha pêde Frokê Emrîkî ku bi navê  Herkul têne nasîn jî karin dakevin wê binkeyê.

Li Rimelanê ya bi ser Heseyê  ku niha binkeyeke leşkeri lê hatiye avakirin,  bere ji aliye rejima Sûriyê ve weke devereke ziraî dihat bikaranîn.

Hat zanîn binkeya esmanî ya Rûsyayê jî nêzîkî hemen devereyê  û tê payênkirin ku Rusya hewla binkeye ke dî dide linêzîkî bajarê Qamişloyê .

 

Şanaz Emin