Print this page

DAIŞê bi dehan jin li Cerablusê girt

Rojava News: Duh, rêxistina terorî DAIŞê bi dehan jin li bajarê Cerablusê girtin.

Li gorî agahiyan, duh dewriyeke jinên DAIŞê 30 jin li Cerablusê bi tometa ku wan cilên şeriata Îsalmî li bir xwe nekirine girtin, û li nava cadeyan li wan jî dan û ew îşkence kirin.

Herweha ew jinên girtî hatin birin bo zindana bajêr. Hate gotin ku di demeke nêzîk de terorîstên DAIŞê wê wan li gorî şeriata Îslamê siza bike.

Hêjayê gotinê ku DAIŞê bi berdewamî kiryarên xwe yên terorstî li dijî sivîlan çi jin be û çi jî zilam û zarok bin ku di nava wan kurd jî hene berdewan dike, û gelek sivîl kuştine bi şêweyên cur bi cur û gelek revandine.

Nalîn Hesen

 8:46:28 AM