Print this page

Li Cizîrê herî kêm 150 kesan jiyana xwe ji dest dan!

Rojava News: Di encama êrîşên artêşa Tirkiyê û hêzên ewlekariyê de, li ser avahiyên taxa Cûdî ya Cizîra Botan, bêhtir ji 155 kesî jiyana xwe jidest dane.

Li gorî ragihandinên ser bi HDPê jî hate diyarkirin ku di encama êrîşên artêşa Tirkiyê û hêzên ewlekariyê de, li ser avahiyên taxa Cûdî ya Cizîra Botan, bêhtir ji 155 kesî jiyana xwe jidest dane, ku piraniya wan xelkên sivîl in û heta niha termên 82 kesan ji wê derê hatine derxistin û 70 ji wan terman li nexweşxaneyên Silopî, Şirnex, Mêrdîn û Rihayê hatine belavkirin.

Ew ragihandin dibêje di nava 4 rojên dawiyê de, 70 termên ku li jêrzemînên Cizîra Botan hatibûne kuştin ji bo bajar û navçeyên derdorê hatine şandin, 36 ji bo odeyên cemîdokê yên Deriyê Xabûr ê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de, ku girêdayî navçeya Silopiyê ye, hatine rêkirin û  28 Rihayê, û yên din jî ji bo nexweşxaneyên Mêrdîn û Şirnexê hatine şandin.

Li gorî medyaya civakî ya internêtê, hêzên ewlekariya Tirkiyê xaniyan bi ser termên kuştiiyan ve diroxînin, yan jî wan dişewtînin, da ku lêkolîna bijîşka dadwerî zehmet bibe, herwiha dibêjin heta niha hejmareke mezin ji birîndaran li jêrzemînan in, û li benda ambulansan dimînin.

Wezîrê Karên Navxweyê yê Tirkiyê Efkan Ala di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku navçeya Cizîra Botanê bi temamî hatiye kontrolkirin.

10:35:09