Print this page

Artêşa Tirkiyê êrîşî Girê Spî kir

Rojava News: Duh, artêşa Tirkiyê bajarokê Girê Spî li Kurdistana Sûriyê kir armanc.

Li gorî agahiyan, duh demjimêr 9 şevê , artêşa Tirkiyê bi çekên giran  siloya bajarokê Girê Spî herweha taxên rojavayê bajarok û deverên nêzîkî sînor topbaran kir û ew topbaran çend demjimêran berdewam kir.

Li gorî heman agahiyan ku di encama wê yekê de tenê ziyanên madî çê bûn û rewşa bajêr niha aram e.

10:41:01 AM