Print this page

Şêxmeqsûd: Di encamê êrîşa topbaranê de 3 sivîl mirin!

Rojava News: Komên çekdarên terorîstî   careke din  êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin û  3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 6 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan çekdarê komên terorîstî ku êrîşên xwe li ser sivîlên taxê zêde kirine doh piştî nîvro dîsa bi topên hawanê û fûzeyan, êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin.

Di encama êrîşan de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Êrîşa bi çekên giran li ser taxê didome.