Rojava News - Şam: Başar el-Esed, serokê rêjîma Sûriyê, diyar kir ku federalizm xwe xapandina kurda ye û herêmê ku federalizm lê hatiye ragihandin serjimêra wan ne di ser ji % 23a ye.
Beşar Esad pêşwazî li beşderwanên Foruma piştgiriya Komel û İslamê kir, di dema hevdîtina de got; Kurd di derbarê federasyonê de xeyalekê dibinin û xwe di xapînin, ji berk u li ser xaka Sûriyeyê tû cara ew yek pêk nayê.
Foruma ku dibin serokatiya sekretêrê giştî Yahya xeddar de pêk hat bi mawayê 2 rojan j navbera 19 û 20 adarê de berdewamkir.
Rojnameya Libnanî ya layengirê rejima Sûriya yê Al-Akhbar di wê derbarê de belavkir ku Serokê Sûriyê Beşar gotiye; Her gaava xaka Sûriyê wê bê parastin, û xaka Sûriyê ya xelkê Sûriye ye. Tû caran em nahêlin werê perçekirin û Kurd jî xwe dixapînin, ji ber ku deverê lê federasyon ragihandine ji %23 Kurdin, ev yek jî derfet nadê wan ji bo federasyonê.
Herweha Gotiye; Hin rêvebirên Kurda xewna dibinin, û rastiya Kurdan di dîrokê de li suriye yê jî nizanin.
Herweha ji bo Amerika jî gotiye; Amerika kaarta Kurda bi kar tînê, lê bi sernakevê. Ji berk u jimara kurda li deverê federasyon lê hatiye ragihandin ji %23an derbasnakê.
13:08:43