10:21:52
Rojava News: Konseya Bilind a Muzakereyan a ku beriya civîna Lûtkeyên Jenêvê hatibû avakirin careke din li Riyazê dicive. Lê ji beşên konseyê Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi nameyekê ji desteyê dixwaze ku serokê konseyê Esed Zohbî ji serokatiya şandeyê bê dûrxistin.
Danûstendinên ku li qada navnetewî ji bo çareserkirina qeyrana li Sûrî hatibûn destpêkirin berdewam in. Mixalefeta Sûrî ya ku beriya civînên li Jenêvê hatibû avakirin, amadekariya lûtkeyeke nû ya li paytexta Erebistana Siûd dike. Lê lûtkeya ku dê ji bo çareseriya qeyranê bicivê, di nava xwe de qeyranên dîtir dijî. ENKS daxwaz dike ku Esed Zohbî ji serokatiya şandeyê bê kişandin.
Nûnerê ENKSê di şanda Dijberaya Sûriyê de yê li Kongreya Cenêv3 Fûad Elîko ji Rûdawê re wiha got: “Ew name hat şandin ji rikberiya îtlafê re. Îtlafê jî erêbûn kir ku ew kes dê ne di vî cî de be. Wî îxanet li miletê kurd kir. Ev jî li cem ENKSê derbas nabe. Nayê qebûlkirin. Ez nikarim bêjim ku dê biryarake bi çi rengî bê stendin. Lê me bi zelalî gotiye em nikarin di bin serokatiya vî zilamî de guftugoyê bikin.”
Nûnerê Dijbereya Sûriyê Hewaz Egîd jî wiha got: “Mixabin zordariya wî kesî li Sûrî ne tenê li ser Kurdan bûye li ser milletê Sûrî tev de hebû. Ew fikrû raman û keseyatiya ku bi ramanê xwe de bi ser miletê Sûrî de bifikire dê nikaribe pêşkişiya şoreşa Sûrî bike.”
Bêyî ENKS’yê Hevpeymaniya Niştimanî jî li hamberî Esed Zohbî rexneyên giran dike. Li gorî wan Zohbî ew kese ku bi rejimê re di nava têkiliyên kûr de ye û li Sûrî berpirsê zulmeke giran e. Lê aliyê leşkerî yê hevpeymaniyê bi israr e li ser piştevaniya Zohbî.