Print this page

Li Zaxoyê operasyona DAIŞê!

Rojava News: Li navçeya Zaxoyê ya parêzgeha Duhokê 12 kes ji ber ihtimala ku endamên DAIŞê bin hatin biçavkirin.

Li gorî agahiyan, Asayîşa Zaxoyê 12 penaberên Mûsilê li Zaxoyê bin çav kirin. Di nav kesên binçavkirî de him kurd û him jî ereb hene.

Herwiha hat ragihandin ku di nav kesên binçavkirî jinek û mîrekî DAIŞê jî hene.

Berê jî hatibû ragihandin ku tîmên antî-terorê 3 DAIŞî li Dubiza Kerkûkê jî girtibûn.