Print this page

Duhokê: 1200 xanî li ser penaberên Rojavayê Kurdistan hatin dabeş kirin

Rojava News: Di merasîmekê de, li kampa Gewîlan a penaberên Kurdistana Rojava ku ser bi qeza Berdereş li parêzgeha Duhokê ve ye, 1200 xanî li ser penaberan hatin dabeş kirin.

Hat zanîn Ev xaniyê ku ji aliyê Xaça Sora Elmanî û Xaça Sora Fransî bi alîkariya Heyva Sora Iraqî hatine ava kirin li ser nişteciyên kampa Gewîlanê hatin dabeş kirin.

Piştî şerê navxwe li Sûriyê hejmarek herî mezin ji Kurdên Kurdistana Rojava berê xwe dan Herêma Kurdistanê, bitaybet parêzgeha Duhokê û beşek ji wan penaberan eve  sê salin li sînorê qeza Berdereş dijîn.