Print this page

Qamişlo… Çekdarên PYD gefê li ofîsên PDK-S dikin

3:04:17 PM

RojavaNews: Îro roja Yekşemê Çekdarên PYD hişyarî  dan  ofîsa Rojhilat  a PDK-S , eger ew muhletê ji wan wernegrin wê ofîsa wan bigrin.

Endamê Komîta Rawîşkarî  ya PDK-S Şemdîn Nebî ji RojavaNews re ragihand , ku Çekdarên PYD hişyarî  dan  ofîsa Rojhilat  a PDK-S û Ofîsa Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmoqratî Kurdistanî – Rojava eger ew muhletê ji wan wernegrin wê ofîsa wan bigrin.

Herwiha Nebî got ku wan Muhleta Heftiyekî daye wan , da ku we muhletê jiwan werbigrin .