11:08:55 PM
RojavaNews_gundewarê: kobanêGropek ji cekdarên ser bi partiya Yekîtiya Dîmokarîk PYDê ve , berî du heftiyan , 2 qutabiyên kec li dibistaneke seretayî li gundekî rojelatî bakûrî Kobanê revandin.
Jêderekî nêzîk ji malbatên herdu xwendekaran ji RojavaNews re , got demaku herdu kecikan li ser dîwarên dibistanê ji xwere lehîstin , gropeke ji cekdarên PYDê devûrû nixwmandî , ew herdu kecik bi zora cekê revandibûn.
Wî jêderî, navên wan qutabiyan ji RojavaNews re, eşkere kir, ku herdu xwendekarê kec di pola 6 şeşê seretayî de dixwinin û nave wan jî ( Semîre Evdo Şêx bozan ku tê naskirin binavê semore ) 12 saliye, û Emel Mustefa Mihemed Dawûd Şêx bozan , ew jî temen 12 salîye.
Herwisa wî jêderî , da zanîn ku ew malbat ji gundê bîrxatê li rojelatê bakûre bajarê Kobanê ve ye û ji bilî dibistana seretayî çi dibistanê din jî gunde nine û çi malbat jî li wî gundî de alîgir û hevalê PYDê nine.
Wî jê derî li ser zarê gundiya got , êdî kes nema wêre zawê xwe bişîne dibistana , ji ber ku dibistan buye navenda leşkeriya neçar a zarokan û revandina wan.
Zinar Kobanî