11:21:23
Rojava News: Di encama 5 roketên ku ji aliyê Sûriyê bo nav bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê hatine avêtin 3 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Doh danê sibehê 2 guleyên roketên katyuşa li nav zeviyên vala ên Kilîsê ketin û 3 jî ber êvarkî li nav bajêr ketin. Di encama wan 3 guleyên roketan ên danê êvarî de 2 welatiyan canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn, ji yê birîndar ku rakirin nexweşxaneyên Muhammed Emre Aslan yê 14 salî îro bere sibehî jiyana xwe ji dest da.
Her sê guleyên roketan li taxên Yavuz Sultan Selîm û Mehmet Rifat Kazancioglu ketin. Di encam de zerar gehişte hinek mal, dikan û otomobîlên welatiyan jî. Hat ragihandin ku piştî bûyerê artêşa Tirkiyê ew cihên aliyê Sûriyê topbaran kirine ku roket ji wan hatine avêtin.
Bi van bûyerên dawî hejmara wan welatiyên bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê ku ji ber 50 roketên ji Sûriyê ve hatin avêtin canê xwe ji dest dane, gehişte 15 kesan û bi giştî jî 40 kes birîndarbûne.
Ji 15 miryên roketan 5 xelkê Sûriyê yê penaber li Kîlîsê ne.