11:37:21
Rojava News: Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.
Doh Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke ENKSê, ku ji Serokê ENKSê Îbrahîm Biro, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê ENSKê Kamîran Haco û Sekreterê Partiya Demokratîka Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela û pêk dihat, civiya.
Biro diyar kir, di civînê de çalakiyên ENKSê derbarê peymana Sykes – Picotê li hundir û derve, beşdariya ENKSê di danûstandinên Cenêvê de, herwiha rewşa siyasî û ewlehiyê yê Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Biro amaje kir, ku di rojên bê de şandeke wan ligel Wezareta Derve ya Swêd û Nerojê dê bicive.