Print this page

DAIŞê gelek gundê li deste leşkerên Tirkiyê û Artêşa Azad derxistin!

09:40:49

 

Rojava News: Hat zanîn ku çekdarên DAIŞê çend gundên herêma Şehbayê ya Sûriyê ji destê artêşa Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê derxistine. YPG jî dibêje, Tirkiyê ew gund radestî DAIŞê kiriye!

Artêşa Tirkiyê berî niha ragihandibu ku wan 61 bargeh û binkeyên serbazî yên DAIŞê di navbera Elraî û Ezazê yên girêdayî Helebê topbaran û bombebaran kirine û nîzîkî 31 çekdarên DAIŞê kuştine.

Ji aliye din ve Ragihandinên ser bi DAIŞê ve dibêjin wan 13 gundên di navber Elraî û Ezazê de ku hêzên Artêşa Azada Sûriyê di dema borî de ji destê wan derxistibûn, careke din kontrol kirine.

Li gor rojameyeke Tirkiyê ku bi rayedarekî DAIŞê re li Stenbolê hevpeyvîn çêkiriye, rayedarê DAIŞê yê bi navê El Muhemed El Kurdî Ebû Suheyb dibêje, sedema derketina wan ji Cerablusê ew e ku petrolê li wêderê nekeve destê YPGê û herwiha Artêşa Azad a Sûriyê û YPGê şerê hev bikin, da her du lawa bibin.

Artêşa Tirkiyê, di çarçoveya operasyona “Mertala Firatê” de derbasî nav Sûriyê bûye. Rayedarên Tirkiyê dibêjin, qesta me ew e ku em pêşiya “korîdora kurdî” bigirin. Li gorî Enqerê, kurd dixwazin herêmên Kobanî û Efrînê yên Rojava bigihînin hev û dewletê ava bikin.