Print this page

Rojhilat – Li gundekî Merîwanê, paygeheke pasdaran rastî êrişê hat

8:18:11 PM

RojavaNews: Hat zanîn ku paygeheke (qereqol) pasdarên Îranê li nêzîkî bajarê Merîwanê yê Kurdistana Rojhilat rastî êrişa çekdarî hatiye û agir pê ketiye.

Çavkaniyekî agahdar li bajarê Merîwanê ji BasNewsê re got, îro berbanga sibehê paygeha gundê “Ruwar” li devera Sewlawa ya Merîwanê rastî êrişa çekdarî hat.

Wî jêderî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, da zanîn ku di wê êrişê de komek pasdar hatine kuştin û herî kêm 7 jî birîndar bûne û got, birîndar niha li nexweşxaneya Merîwanê tên dermankirin.

Li gorî agahiyên wî jêderê BasNewsê, piştî êrişê li wir şer derketibû û 2 saetan dom kiribû. Heta niha nayê zanîn ew hêza ku êrişî wê paygehê kiriye, girêdayî kîjan partî yan rêxistinekê ye.