Print this page

Esed parêzgarekî nû bo bajarê Hesekê destnîşan kir

2:20:52 PM

RojavaNews: Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed parzgarekî nû bi navê Cayiz Sewade El-Himûd bo parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir.

Derbarê vê yekê ajansa Sûrî ya nûçeyan SANA ku, ser bi rejîma Sûriyê ve ye ragehand ku, Cayiz Sewade El-Himûd weke parêgarê Hesekê ji şûna Mihmed Zeal El- Elî ji aliyê Serokê rejîma Sûriyê ve hatiye destnîşankirin.

Cayiz Sewade El-Himûd ji eşîra El-Bomanh a ser bi parêzgeha Dêrazorê ve ye, berî niha Serokê Erkanê Hêza Esmanî û berevaniya esmanî bû, herwiha fermandeyê firqeya 20 ku, ji 6 firokxaneyan pêktê û navenda wê bajarê Dûmêr e.

Li gor ragehandinê parêzgarê Hesekê yê nû bi kuştina welatiyên sivîl ên navçeya Qelemûn li derdora Şamê tûmetbare, Herwiha li bajarê Dumêr komkujiyek pêkanî bû dema fermana bombebarankirina wî bajarokî bi bermîlên bombekirî dabû,  tê de 22 welatiyên sivîl kuştin di navwan de 10 zarok hebûn.