4:36:53 PM
RojavaNews: Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî piştî gihêşt Eniya Xazir di konferanseke rojnamevanî de ragihand, îro rojeke dîrokî ye û xala guhartina şerê li dijî DAIŞê ye.
Herwiha Barzanî ragihand, bo wê mebestê, serdana Bexdayê kir û derbarê hûrgiliyên wê operesyonê rêkeftin.
Barzanî li eniya Xazir tekez kir ku, ev qonaxe yekem e ji operesyonê û bêgûman bi serkeftin bidawî dibe.
Îro berbangê, operesyona rizgarkirina Mûsilê bi beşdariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û artêş û hêzê din yên Iraqê dest pê kir.