11:53:56
Rojava News: Bi sedema şerê operasyona kontrolkirina Mûsilê bi hezaran koçberên Mûsilê û derdora wê gihiştine Kampa Holê.
Kampa Holê dikeve bakurê rojhilatê Hesekê.
Li gorî zanyariyên ku ji aliyê berpirsekî li Kampa Holê hatine ragihandin zêdetirî ji 6 hezar penaberên Iraqî hene ligel nêzîkî 3 hezar û 500 koçberên navçeyên Dêre Zor û gundewarê wê.
Komisyona Bilind a Penabera di sala 1991ê de, Kampa Holê damezrandibû.
Duh 17ê Cotmeha 2016 serê sibehî operasyona kontrolkirina Mûsilê, ji aliyê Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê û bi piştevaniya esmanî ya hêzên hevpeymanan li her du mêhwerên Xazir û Geyare dest pê kir.