12:42:34
Rojava News: Hêzên Pêşmerge li Şingalê karîn êrîşekî DAIŞê bişkînin û 3ê otombîlên wan ên bombekirî bişewtînin.
Li gor jêdereke leşkerî bo K24ê ragehandî ku, îro danê sibehê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîn êrîşeka DAIŞê li Şingal bişkînin û sê otombîlên bombekirî jî wêranbikin, heman jêderî da zanîn ku, êrîş bi armanca sivkirina fişara li ser bajarê Mûsilê bû.
Çekdarên DAIŞê berbanga sibehê li Şingalê û ji çend aliyan ve êrîş bire ser sengerên pêşmerge , pştî şerûpevçûnekê giran pêşmerge ew êrîş têkişkandin û çendîn çekdarên wê jî kuştin.
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya Hêzên Pêşmerge dirin.