Print this page

Barzanî: Kurd çavê wan li xaka kesê nîne

11:14:51

 

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku, kurd çavê wan li xaka kesê nîne û destxweşî li hemû ew aliyan kir ku, li gel Pêşmerge şerê DAIŞê û terorê dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî bernameyekî televîzyona CNNê ya Amerîkayê û derbarê pêşketina operasyona Mûsilê de ragehand ku, di sê rojên borî yên operasyonê de 300 kîlometre çargoşe ji çekdarên DAIŞê hatiye paqijkirin û şerekî giran de pêşdeçûn berdewam dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand, hêza berxwedanê ya DAIŞê nemaye û bi rêya bombeyên çandî û wesayîtên bombekirî û xwekujan ve hewlê girankirina pêşdeçûnê didin, lê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewame di pêşdeçûn û azadkirina navçeyan de.

Herwaha got, ‘’Ew navçeyên ku şer lê heye, ew navçene ku DAIŞê xelkê wan cîhan derbeder û koçber kirine û penaberên wan cîha jî naha li Herêma Kurdistanê li gel me ne.’’

Derbarê pirsekî ku giringiya azadkirina Mûsilê bo Herêma Kurdistanê de jî Barzanî ragehand; Mûsil wek paytextê xelafeta DAIŞê hatiye ragehandin û ew bajêre li ser xeta temasê ye li gel Herêma Kurdistanê, lewma hebûna çekdarên DAIŞê nêzîk herêma Kurdistanê her demekî metirsiye.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, Kurd çavê wan li xaka kesekê nîne, ewên ku xaka Kurdistanê diparêze Pêşmerge ye û spasiya wan hemû aliyan jî kir ku li gel hêzên Pêşmerge şerê dijî terorê dikin.

Şer kirina Pêşmerge û artêşa Iraqê li gel yek di yek çeperî de li hember yek dijminî wek werçerxanekî nirxand û herwaha aşkera kir Kurdistan pê keyfxweşbû ku li gel planekî leşkerî, planekî siyasî jî bo qonaxa piştî DAIŞê heba, ku cudayiyên netewî û olî yên parêzgeha Mûsilê li berçav bigirta.

Herwaha Barzanî got, li gel Bexdayê geheştine rêkeftinekê, ku komîteyek hevbeş bê ava kirin, ku tu pirsgirêkek dernekeve û bi hemahengiya dû aliyan ve pirsgirêkan çareser bikin.

 

Serokê Herêma Kurdistane Mesûd Barzanî dawiyê de jî got; Hîn naha destpêka şer e. Wê çi pekbê hîn ne diyare û dibe ku şerê Mûsilê bibe şerekî pir giran. Lê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xwedî baweriya serkeftinê ne û li gel artêşa Iraqê em bawerin wê destkevtin mezin ên vî şerî hebin.