Print this page

Artêşa Tirkiyê: Balafirên me li çeperên YPGê dan

11:18:18

Rojava News: Artêşa Tirkiyê ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê li çeperên YPGê yên Kurdistana Rojava dane. Çavkaniyên nêzîkî YPGê jî dibêjin, balafirên Tirkiyê li gundên Efrînê dane.

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de daye zanîn ku balafirên şer ên Tirkiyê şeva borî li çeperên YPGê yên li gundên Merrat û Um Hoşê dane ku di encamê de “200” şervanên YPG/PYDê hatine kuştin!

Ji aliyekî din, çavkaniyên nêzîkî YPGê jî êrişa balafirên şer ên Tirkiyê li ser YPG û Kurdistana Rojava piştrast kirine lê dane zanîn ku balafirên Tirkiyê li gundên Efrînê dane. Wan çavkaniyan behsa zerer û ziyanên YPG û gundiyan jî nekirine.

Derheqê vê mijarê de heta niha YPGê ti daxuyaniyeke fermî nedaye.