Print this page

4 rojnamevan û wênegir di şerê Mûsilê de birîndar bûn

12:49:15

 

Rojava News: Di roja çaran a operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de, 4 rojnamevan û wênegirekî kurd ji ber teqînekê birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li mihwerê Tilsiqofê û di dema bi pêşveçûna pêşmergeyan ber bi gundê Batanyayê de, bombeyek teqiya û di encamê de peyamnêrek û wênegirekî televizyona Warê birîndar bûn.

Herwiha di heman demê de li mihwerê Naweranê peyamnêrê televizyona Spêde Yasir Ebdirehman û wênegira televizyona navborî Hacer Mihemed di encama teqîneke din de birîndar bûn.

Ji aliyê din ve, Hêzên Pêşmerge îro danê sibehê ji mihwerên Başîk, Tilsiqof û Naweranê dest bi êrîşan li ser DAIŞê kir û heta niha çend gund ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.