Print this page

Pentagon ji Rûsya re: Kurdistana Sûriyê armanc neke, hêzên me yên taybet hene

4:26:50 PM

RojavaNews: Fermandarê Hêzên Esmanî yên Amerîka li Rojhilata Navîn, Çarilz Birwan, ragihnd ku Amerîka daxwaz ji Rûya kiriye ku deverên fireh li bakurê Sûriyê( ku mebesta wî jî Kurdistana Sûriyê ye) ku hêzên taybet ên wî welatî lê dimînin, armanc neke.

Birawn tekez kir ku ji bo parastina hêzên wan ên taybet, wan ji Rûsya xwest ku bakurê Sûriyê armanc nekin, li hember vê yekê jî Rûsya ji Amerîka xwest ku balafirxaneyên serbazî ku Rûsya li Sûriyê bikar tîne, armanc neke.