Print this page

Tirkiya alîkariya Opozisyonê dijî DAİŞê kir

12:45:28

 

Rojava News: Hêzên Opozisyona Sûrî bi armenca şikandina dorpêça Rêxistina DAİŞê ya  li serbajarê Mara îro sibehê êrîşî bargehên çekdarê DAİŞê li gundewarê Helebê yê bakur kirin,.

Di heman dema ku pevçûn di nav çekdarên DAİŞ û Şervanên Opozisyonê de derket , û herweha Artêşa Tirkiyê bargehên DAİŞê  di nava gund de, dane ber topbaranê.

Herweha, şervanên Opozisyonê karîbû otombîleke DAİŞê di gundê Kefer Kelbîn de biteqîne, lê di derbarê encamê de tû agahî nayê zanîn.

Di heman mijarî de Hêzên Opozisyonê bi avêjokên tankan bargehên Daişê li derdorê bajarê Izazê topbaran kirin, bê ku hejmara kustiyan bê naskirin.