Print this page

Berpirsekî Almanî doze ke nû li ser rêjîma Sûriya vedike

12:27:24

 

Rojava News: Berpirsê têkiliyên Rûsî yê di parlemena Elmanî de “Cîrnot Irler” ji civaka navwelatî xwest ku cezayin nû li ser rejîma Sûriya bên danîn, tevlî ku rûsiya diyar kiribû ku dê mafê Veto dijî biryarê bikarbîne.

Herweha û li gorî raporekê ji amadekirina Netewên Yekbûyî û rêxistina dijberiya çekên Kîmayî encam dabû ku rejîma Sûriya ewe berpirsa du êrîşen Kîmayî li Sûriya, û niha li hêviya encamên dî de ku berpirsin dî xuya bikin beriya 23 heyva îlonê.

Irler diyar kir ku encamên raporan diyar in û divê rûsiya biryara xwe bide eger dixwaze cudahiyek navwelatî dijî wê bê pêkanîn an na.