10:39:27
Rojava News: Balafirên Rûsî yên şer bi roketên valahî û bombeyên goşeyî taxên bajarokê Kefir Texarîm li gundewarê Idlib topbaran kirin, û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar ketin.
Hat zanîn peresdariya sivîl hewl dida bo sivîlan ji bin kavilan derxîne.
Herweha, Balafirên Rûsî yên şer bi roketên hejînî avahiya Encûmena xwecihî li bajarokê Kefir Texarîm topbaran kirin, di derbarê ziyanan de hîna zeleliyek tunneye.
Li aliyek din, Balafirên Rûsî taxên bajarokê Temanie li gundewarê Idlib yê başûr topbaran kirin, û di encamê de malên welatiyan wêran bûn, bê ku agahî derbarî ziyanan bên.