Rojava News: Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî da xuyanî kirin, ku di keştiyên hefteya bihurî li Derya Spî noqî avê bûn de nêzî 500 koçberan jiyana xwe ji dest dane.
Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) dan xuyanî kirin, ku bi vê bûyerê re hejmara koçberên di nav salekê de li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane gihaşt 800 kesî.
Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Wîllîam Spîndler diyar kir, ku zehmet e asta giran a vê karesatê bê tesbîtkirin. Spîndler got, “Dema keştî noqî avê bûn, ne diyar bû çend kes tê de ne. Şahidên bûyerê dibêjin bi qasî 500 kes hebûn. Em dibînin, hejmara mirovên ji Lîbyayê derbasî Îtalyayê dibin ev çend hefte ne gelekî zêde bûye. Bi başbûna hewayê re em hîn bêhtir ditirsin. Li Derya Spî hewa germ dibe, lewma gelek kes hewl didin di deryayê re derbas bibin.”
