12:54:46
Rojava News: Hejmara kesên ku ji nexweşiya kolera ya berbelav a Yemenê jiyana xwe ji dest dane gihîşt hezar 847 kean.
Li gorî rapora Rêxistina Tenduristîya Cîhanî (RTC) ji 21 Nîsanê ve li 21 bajarên welêt hejmara kesên ku ji ber nexweşiya kolareyê mirine gihîşt hezar û 847 kesan.
Di raporê de hat eşkerekirin ku hejmara kesên ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane li gorî hefteya borî kêm bûne, lê hejmara kesên ku vîrûsa kolerayê li wan peyda bûne jî 377 hezar û 894 kesin.
RTC di rapora xwe de diyar kir ku heta niha kesên ku jiyana xwe ji dest dane hezar û 847 kesin.
Ji ber şerê navxweyî yê li Yemenê ku ev 2 sal in berdewam e, birçîbûn, tunebûna avê û paqijîyê bûye sedem ku nexweşîna kolerayê li seranserê welat belav bibe.
