Tê îdiakirin ku leşkerên Tirk gule barandina gundekî Licê!

Tê îdiakirin ku leşkerên Tirk gule barandina gundekî Licê!

 

03:01:40

Rojava News: Tê îdiakirin ku leşkerên tirk li gundê Heragê ya bi ser navçeya Lice ya Amedê gule barandine. Di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.

Walîtiya Amedê li 10 gundên Lîcê, Farqîn û Pasûrê bi hinceta  operasyona  leşkerî duh qedexeya derketina kolanan îlan kir.

Piştî vê yekê  hat îdiakirin ku leşkeran gule reşandine ser gundê Herag a Liceyê û di encamê de welatiyekî bi navê Celal Gozen jiyana xwe ji dest daye. HErwiha welatiyek navê wî nehate zanîn jî birîndar bûye.

Cenazeyê Celal Gozen û welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Weqfa Halis Toprak a Lîceyê û ji vir jî bi helîkoptera leşkerî ve birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargil a Amedê.

Malbata Gozen ê  ji bo cenaze werbigirin serê sibehê hatin nexweşxaneyê mînaka xwînê dan.