Nêçîrvan Barzanî: Şîfa Gerdî li Kurdistanê sembola şûngeh û rola jinan e

Nêçîrvan Barzanî: Şîfa Gerdî li Kurdistanê sembola şûngeh û rola jinan e

00:28:13

 

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Şîfa Gerdî peyameke sersaxiyê belav kir. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê da Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata Şehîd Şîfa Gerdî û ragihand ku Şîfa di dema gihandina peyamekê de şehîd bûye ku peyama wê ya dilsoziya li karê xwe bûye.

Di peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de wiha hatiye gotin:

“Bi xemeke mezin agahiya şehîdbûna pêşkêşvan û rojnamevana diyar Şîfa Gerdî gihişte min. Şîfa Gerdî ku ji malbateke Pêşmerge û dilsozê Kurdistanê hatiye û li koçberiyê hatiye dinyayê, sembola şûngeh û rola jinan e li Kurdistanê, mînaka jina jîr, qurbanîder, azad û zîrek a serkeftî bû, hezkirî û mînaka rêza bîneran bû. Keça peşmergeyekî dilsozê Kurdistanê ye, di dema rûmalkirina bûyerên bajarê Mûsilê de ji ber teqîna bombeyeke vedandî şehîd bûye.

Şîfa Gerdî li Kurdistanê emsalekê îradeya azad a jinan û têkoşînê bû û karên gelek serkeftî pêk anî. Ez pê bawerim ku hevkarên Şîfayê dê di rêya pêşengiya wê de berdewam bin. Hevkarên wê dê her tîm li ser şopa wê bimeşin. Li Kurdistanê gelek jin û ciwan dê li ser rêya Şîfa Gerdî vekirî serkeftinan bidest bixin.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de wiha got: “Ez ji bo malbata Şîfa Gerdî û xebatkarên Tora Medyayê ya Rudawê re sersaxiyê dixwazim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê şehîd Şîfa bi bihûşta fireh şad bike.  Ji kameremanê Rûdawê Yûnis Mistefa re jîî hêviya silametiyê dixwazim.”