02:24:17
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê bi nûner û berpirsên partiyên kurdî yên Kurdistana Bakûr û Tirkiyê re hevdîtin bike.
Li gor hatiye zanîn; Serok Barzanî di çarçoveya serdana xwe bo Tirkiyê de, dê bi nûner û berpirsên partiyên kurdî yên Kurdistana Bakûr re jî hevdîtin bike.
Tê çaverêkirin ku di hevdîtina Barzanî û partiyên Bakûrî de wê behsa piroseya aştiyê bê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê îro li Stenbolê bi serokomarê Tirkiyê re hevdîtin bike, roja paşîn jî dê li Enqerê bi serokwezîrê Tirkiyê re rûnê.
Hevdîtina Barzanî bi partiyên Bakûrî re piştî hevdîtinên wî bi rayedarên Tirkiyê re ye.
