01:24:33
Rojava News. Li bajarê Kobanê yê Kurdistana Sûriyê otombîlek bombekirî bi otombîleke serbazî yên Amerîkayê de li nêzîk pira Qereqozan teqiya, bêyî ku, ti ziyanên giyanî çêbike.
Jêderekî nêzîk Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ji BasNewsê re ragehan ku, otombîlek ji curê Fan renge Spî bombekirî li ser rêya Minbicê rawestiyabû, ew otombîl bi otombîleke serbazî yên Amerîkayê de teqiya, da zanîn ku, otombîla bombekirî li ser pira Qereqozan hatibû rawestandin ku, bi 35Km ji bajarê Kobanê dûre.
Heman jêderî ku,nexwestibû navê wî were aşkerekirin diyar kiri ku, ew otombîla bombekirî bi kontirol ji dûrve hate teqandin, lê wê demê otombîla serbazî derbasbûbû lewma ti ziyanên giyanî nebûn.
Hêzên Amerîkayê li bajarê Kobanê bingehek serbazî û firokexaneyeke serbazî hene, ew bingeh bi armanca piştgiriya Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) di şerê li dijî DAIŞê de hatibû damezarndin.
