02:32:47
Rojava News: Endameke rêveberiya PDK-Sê amaje bi vê yekê dike ku bendevarî hene ku alîkariyên Amerîkayê yên bo Pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê bikeve meriyetê û ew pirsgirêk jî zelal bibe.
Endamê rêveberiya PDK-Sê Nûrî Brîmo ragehand: ‘’Heta naha tişta hatî kirin, ji aliyê NATO û Amerîkayê de ji bo Pêşmergeyên rojava hatî kirin, di çarçoveya perwerde û rahênanê de bûye, lê bendevarî hene ku alîkariyên Amerîkayê bo Pêşmergeyên roj di asteke berfireh de be û bikeve warê meriyetê de.’’ Herwaha got: ‘’Amerîka li ser wê nêrînê ye ku divê Pêşmergeyên rojava parastina axa xwe bikin, ji ber vê jî egerê vegera Pêşmergeyên roj bi çavdêriya hêzên mezin û yên cîhanî ve dê pêkbê.’’
Herwaha got, tişta li gel me giringe ewe ku Pêşmergeyên roj di bin bandora ti aliyeke derve de nîne û ciwanên Kurdistana rojava ne.
