09:06:50
Rojava News: Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bidawî hat.
Hevdîtina Mesûd Barzanî û Binalî Yildirim li Koşka Çankayayê di saet 12.35an de bêyî amadebûna çapemeniyê dest pê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh Yekşemî 26ê Sibata 2017ê saet 16:30ê gihîştibû Firokexaneya Ataturk a bajarê Stenbolê.
Mesûd Barzanî duh li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anîbû û piştî bi dawî hatina civîna bi Erdogan re, Barzanî hatibû Enqerê.
Hevdîtina Barzanî û Yildirim a li Koşka Çankayayê bêyî amadebûna çapemeniyê dest pê kirî, seetek û nîvekê berdewam kir.
