09:13:52
Rojava News: Îro êvarî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê piştî geşteke diplomasî bo Almanya, Fransa û Tirkiyê giheşte xaka Herêma Kurdistanê.
Roja pênşemê, 16.2.2017ê , Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta beşdarîkirin di konfransa Asayîşa Cîhanî ligel şandeke serbazî û siyasî bi rêya firokxaneya Hewlêr a navdewletî ber bi Almanyayê ve çû, di çarçoveya wê konfrasê de ligel hejmarek serkirde û berpirsên siyasî yên welatên beşdar di wê konfransê de hevdîtin pêkanîn.
Piştî konfirans bi dawî hat Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Fransayê kir û ji aliyê Serokê wî welatî ve Holland hate pêşwazî kirin, di wê hevdîtinê de Serokê Fransayê piştevaniya xwe bo gelê Kurd û pêşmergeyan dûpatkir.
Herwiha piştî Fransayê jî Serokê Herêma Kurdistanê Serdana Tirkiyê kir û li firokxaneya Istenbolê hevdem ligel bilindkirina alaya Kurdistanê ji aliyê berpirsên wî welatî ve hate pêşwazîkirin, di wê serdanê de hevdîtin ligel Serokê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan û Serokwezîrê wî welatî jî Bînalî Yeldirim pêkanîn, Herwiha Barzanî ligel şanda HDPê jî civiya.
Piştî wê geşta diplomasî îro, êvarî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî giheşte bajarê Hewlêrê.
