Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û senatorê Amerîkî Brad Sherman civiyan!

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û senatorê Amerîkî Brad Sherman civiyan!

 

 

Rojava News: Şandeya bi seroktiya Serokê Encûmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro di çarçoveya serdana Washingtonê de, îro bi senatorê Amerîkî Brad Sherman re civiya.

Hat ragihandin ku di civîna ENKS û Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Amerîkî Brad Sherman ya 28ê Sibatê de, li ser siyaseta ENKSê, derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojava û rewşa deverên kurdî yên li Sûriyê hatiye gotûbêjkirin.

Di heyeta ENKSê ya bi serokatiya Serokê Giştî yê ENKSê Îbrahîm Biro ya Washingtonê de, endamên Ofîsa Pêwendiyên Derve yên ENKSê Kamîran Haco û Siyamend Haco jî cî digirin ku li ser vexwendina Wezareta Derve ya Amerîkayê çûbûn wî welatî.