Kobanî: PYDê dîsa xortan desteserdike!

Kobanî: PYDê dîsa xortan desteserdike!

Rojava News: Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ragihand, di heyama çend rojên borî de gelek kes li bajarê Kobanî yê Kurdistana Rojava ji aliyê hêzên PYDê ve hatine girtin.

Li gor ku Endamê rêveberiya PDK-Sê Seîd Omer ji BasNewsê re ye daye xuyanîkirin:  hêzên PYDê li Kobanî dest bi girtina xortan kirine û wan bi zorê dibin şer û serbaziyê.

Seîd Omer her wiha gotiye:  PYD hinek çekdarên xwe bi kincên sivîl xistiye nav bajêr û xortan digirin û bi zorê tevlî YPGê dikin û piştî ku çend rojan perwerde kirin, dişînin şer.

Li gor henen daxuyaniyê:  heta niha 400 xort li Kobanî ji aliyê hêzên PYDê ve hatine girtin û bi zorê tevlî YPGê hatine kirin û got, em ji PYDê dixwazin dest ji vê siyaseta xwe ya xelet hilde û êdî zilmê li xelkê neke.

Seîd Omer bang li sazî û dezgehên mafên mirov yên navdewletî jî kir li hember zilma PYDê bêdeng nemînin.