NY navendeke çareserî û piştgiriya jinan li Kurdistanê vedike

NY navendeke çareserî û piştgiriya jinan li Kurdistanê vedike

14:11:38

 

Rojava news: Neteweyên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê navendeke din a çareserî û piştgiriya jinan vedike.

Doh roja Çarşemê danê nîvro, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyê bo karûbarê jinan Zeyneb Bangora û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvanan sipasî li dezgehên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir bo hevkarî û hevahengiya wan ligel rêxistinên ser bi NY, bi teybet di warê karkirin li ser wan jinên ku destdirêjiya seksî li wan hatiye kirin.

Di beşeke din ji axaftinên xwe de, Nûnera Sekreterê NY kar û çalakiyên navenda çareserî û piştgiriya jinan ya ku ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê û bi alîkariya NY li Dihokê hatiye damezrandin, bilind nirxand.

Herwiha tekez kir ku di pilana wan de vekirina navendeke din li Kurdistanê heye. Tê ermanckirin ku  ew jinên rastî tundiyê hatine û ewê ku ji destê DAİŞê rizgarbûne bêne dermankirin.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî hewlên Zeyneb Bangora di warê rûbirûbûna tundiya li dijî jinan de bilind nirxand û daxwaz jê kir ku ji aliyê pisporî de alîkariya Wezareta Navxwe û Encumena Bilind a Xaniman bikin, da ku ew jî karibin baştir pirsgirêkên nava civakê çareserbikin.

 

Rojavayê Minbicê radestî rejîma Sûriyê tê kirin!

 

Rojava News: Li Kurdistana rojava, hêzên artêşa Sûriya Azad û artêşa Tirkiyê ragehandibûn ku di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de piştî Babê armanca wan Minbîc û Reqaye.

Hat zanîn ji dûh de hêzên artêşa Sûriya Azad bi hevkariya artêşa Tirkiyê ve êrîş dikin ser Minbîcê û li hember vê yekê îro 02.03.2017ê daxuyaniyek ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê ve hat dayîn ku ew hêz ser bi HSDê ye û serkêşiya wê hêzê jî YPG û PYD dike.

Li gor daxuyaniya ku di çapemeniya PYDê de hatiye belav kirin, Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê, bi Rûsyayê re rêkeftine ku gundên rojavayê Minbîcê yên di navbera wan û artêşa Tirkiyê û şervanên Mertala Feratê yên artêşa Azad radestî hêzên parastina sînor ên girêdayî dewleta Sûriyê bikin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê û gundên wê daxuyaniyek nivîskî belav kirin û di daxuyaniyê de gotin Meclîsa Leşkerî ya Minbîce bi Rûsyayê re rêkeftin pêkaniye û rojavayê Minbicê radestî hêzên rejîma Sûriyê kirine.