ENKS: Eger pirsirêka Kurda ne zelalbê emê ji Cenevê vekişin!

ENKS: Eger pirsirêka Kurda ne zelalbê emê ji Cenevê vekişin!

15:49:08

 

Rojava News: Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) reşnivîsa Destûra Rojavayê Kurdistanê radestî şandiyê Netewên Yekbûyî ji bo kirîza Sûriyê Staffan De Mistura kiriye.

Serkirdeyekî ENKSê dibêje eger çareseriya doza Kurd li Cinêvê ne zelal be, dibe ku ew ji danûstandinan vekişin.

Serkirdeyekî Partiya Pêşverû jî dibêje ku pêşniyara ENKSê pir baş e, lê ew dê neyê qebûlkirin. Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê tekez dike, ku pirsgrêka Sûriyê tenê bi rêya sîstema federalî çareser dibe.

Nûnerên Encumena Niştimaniya Kurd li Cinêvê, reşnivîsa destûra ku wan amade kiribû, radestî Di Mistura kirine, Serkirdeyekî ENKSê dibêje ku reşnivîsa destûra wan Sûriyê weke dewletek federal destnişan dike û eger çareseriya doza Kurdî li Cinêvê ne zelal be dibe ku ew ji şandeya dijbereyê vekişin.

Yek ji serkirdeyekî Partiya Pêşverû Hesen Cengo dibêje ku ti hêviyên wan tune ne ku herdu aliyên hikûmet û dijbereyê pêşinyara ENKSê qebûl bikin.

Serkirdeyekî Hevbendiya Niştimaniya Kurd Nesredîn Ibrahîm dibîne ku ji erkê ENKSê ye ku danûstandinan li ser çareserkirina doza Kurdî li Cinêvê bike.

Bi gotina wî, eger herdû aliyên hikûmet û dijberê bi berpirsiyarane reftar bikin, dibe ku sîstema Federal ji bo Sûriyê qebûl bikin.

Li gor ajandaya ku De Mistura ji bo herdû şandeyên hikûmet û dijbereya Sûriyê pêşinyar kiriye, hikûmranî, destûra nû ya Sûriyê û hilbijartin, dê her sê xalên sereke yên di danûstandinên Cinêv4 bin.