Minbic radestî artêşa Sûriyê kirin

Minbic radestî artêşa Sûriyê kirin

15:58:47

 

Rojava News: Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundê wê diyar kir ku gundên rojavayê Minbicê yên di navbera wan û Artêşa Tirk û Diri El-Firat de ne radestî parazvanên sînor ên girêdayî hikûmata Sûriyê dikin.

Derbarê mijarê de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundê wê daxuyaniyek nivîskî da.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wiha ye: ʺBi armanca parstina sivîlan û dûrxistina wan ji wêraniya şer û êşên ji ber derdikevin, herwiha bi armanca parstina ewlekariya bajarê Minbicê û gundê wê, ji bo niyet û pîlanên dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze herimên din ji Sûriyê dagir bikin, vala werin derxistin.

Me berê jî soz dabû ku em bi hemû derfetên xwe ji bo berjewendî û ewlekdariya gelê me û xizmên me yên Minbicê, em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundê wê radighînin ku me bi Rûsiya re itîfaq kiriye ku em ê gundên rojavayê Minbicê yên di xeta di navbera me û çeteyên  Diri El-Firat ku nêzî Babê ne teslîmî hêzên parastina sînorê ên girêdayî Dewleta Sûriyê bikin. Ew dê erka parsitna xeta di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê û herêmên di bin destê Arêtşa Tirk û çeteyên Diri El-Firat de bikin.”